YPG’ê fermandar Karker û hemû şehîdên berxwedana Serdemê bi bîr anî

YPG`ê bi daxuyaniyekê fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker û hemû şehîdên li ber xwe dan û şehîd bûn, bi bîr anî. YPG’ê dilsoziya xwe ya bi şehîdan re carek din anî ziman û got: “Em ê teqez dagirkeriyê têk bibin û hêvîyên gelê xwe pêk bînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di salvegera şehadeta fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker daxuyaniyek weşand.

YPG’ê Fermandar şehîd Karker û hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi lehengane li ber xwe dan û şehîd bûn, bi rêzdarî bîr anîn û ev got:

“Gelê Kurd di vê sedsala 21ê de ji bo hebûna xwe ya maddî û manewî biparêze li dijî her cûre neheqî û êrîşan têdikoşe.

Mêrxasên vî gelî ji bo ku gelê Kurd di nav gelên cîhanê de cîh bigrê têkoşînekê bêhempa didin meşandin û azadî jî bê berdêl nayê bidestxistin.

Li ser vê rêyê me gelek fermandarên xwe weke Xebat Dêrik, Rûbar Qamişlo, Hîwa Sine, Nîmet Amed û gelek şervanên xwe da vê axê.

Yek ji wan jî bêguman fermandarê Berxwedana Serdemê a Efrînê rêheval şehîd Karker e.

Ev şehadet têkoşîna me qels nekirin, berovajî wê şerê me yê li dijî dagirkerîyê xurttir kirin.”

YPG’ê diyar kir bêgûman pêkanîna şoreşan bi mirovên xwedî kesayetên mezin ve çêdibe û wiha got:

“Hevrêyê me Karker jî xwedî kesayetekî mezin bû; Li her qada jiyan û têkoşînê kedkarekî şoreşê bû.

Yek ji kadroyên pêşeng bû ku tevkariya wî di pêşxistina şoreşê de heye.

Ji bo xurtkirina şoreşa yekgirtî û xurtkirina têkoşîna dijî mêtingerî û dagirkeriyê, belavbûna şoreşê ya li Kurdistan û cîhanê kedekî mezin da.”

Bi minaseta rojê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê carek din dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anî ziman û wiha bi dawî kir:

“Di şexsê fermandar Karker de em hemû şehîdên şoreşê ku em gihandina vê astê bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Wê dîrok şahidîya me bike ku emê teqez dagirkerîyê têk bibin û hêvîyên gelê xwe pêk bînin.

Em careke din sond dixwin ku bibin layiqî şehîdan û bigihijin serfiraziyê. ”

 

Back to top button