Erdheja ku Sûriyê rû da gelek malwêranî bi xwe re anî.
Li Sûrî hejmara qurbanên erdhejê gihişte 4500.
Tê xwiyakirin ku dibe hejmar zêdetir bibe.
Felkaketa bi serê Bakurê Kurdistanê û Sûrî hat malwêraniyek acêb bi xwer anî.
Tiştek bi ser tiştekî de nema.
Êdî avahî bi ser serê xwediyên wê de hilweşiyan.
Bi hezaran di bin kevir û kavilan de man.
Di nava çend saniyan de her tişt hat gurtin.
Her kesî bi hevre hewar kir.
Gelê Sûriyê yê ku ev 12 salin di nava şer û pevçûnê de ye , niha jî vê erdhejê barê wan girantir kir.
Li gor çavdêriya Mafê Miroan a Sûrî jimara qurbaniyan gîhîşt 4 hezar 500 kesî.
Çavdêriya mafên mirovan tekez kir ku navçeya Cindrêsê ya Efrînê herî zêde zirar dîtiye.
Bi hezaran kes di bin kavilan de ne û bi hazaran winda û birîndarin.
Lê ji ber ku tîmên rizgarkirinê nînin qurbanî di bin kavilan de mane.
756 kes li wir bûn qurnan ..Derdora 90 malbatî din bin kavilan de ne.
257 avahî jî hiweşiyan e.
“Rêveberî bang dike hesabên siyasî bidin aliyekî”
Rêveberiya xweser bang dike ku ew hesabên siyasî bidin alîyekî û rê bidin alîkariyan bighêjin mexdûran.
Tê xuyakirin ku encama bîlançoya erdhejê wê giran bibe.
Ti dewletan ji bo Sûrî tişîtek nekir.
Ti kesî ji bo wan alakîrî neşandiye.
Ya xwiya ew e ku divê gelê Sûrî ji kesî hevî nekin û ew bi xwe bi kêrî hevdû werin.
https://youtu.be/xxWmcPKpRFQ
https://youtu.be/9tsSmyvXppg



