Efrîn…Ji ber êşkenceya 2 salan ciwanekî Efrînî aqilê xwe wenda kir

Sûcekî din jî yê dermirovî hat tomarkirin û herî dawî di encama êşkenceya giran a çeteyan de, ciwanekî Efrînî aqilê xwe ji dest da.

Malpera Afrin Post ragihand, ciwanê bi navê Kawa Umer ê ji gundê Darkiryê ku ev sê sal di girtîgeha El-Zîraia ye Babê de ye, ji ber êşkenceya giran eqilê xwe wenda kir.

Li gorî heman malperê, çeteyen dewleta Tirk mala şênî Gîvara Mihemed ê ji gundê Turindê, bi 1500 dolarî firot.

Her wiha, ji bo ku saziyên alîkarî û mirovî bixapînin, malbatên çeteyan ên malên Efrîniyan desteser kirine, li derdora Gulîstana Eşrefiyê kon vedane.

Back to top button