Kongra Star bi peyamekê banga azadya Rêber Apo kir

Bi boneya roja rojbûna rêber APO Kongra Star, RJAK’ê û NPG’ê daxuyaniyên cuda weşandin û diyar kir ku rojbûna rêber APO ne tene rojbûnek e, 4’ê Nîsanê weke roja vejîn û jidayîkbûna jina azad e.
Aliyan banga geşkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêber Ocalan kir.

Koordînasyona Kongra Star bi boneya roja rojbûna rêber APO peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku 4’ê Nîsanê ne tene rojbûnek e.

Kongreyê got:

4’ê Nîsanê têgihîştineke nû, felsefeyeke nû ya jiyanê, formeke nû ya têkoşînê di dîroka berxwedanê de ye.

Rêber Apo bi bilindkirina xebatên azadiya jinan re şoreşa jinan, gengaz kiriye û li tevahiya cîhanê bûye sirûş.

Konga Star bal kşand ser tecrîda li Imraliyê jî û wiha anî ziman:

Têkoşîna me bi giştî ji bo jihevkirina têkbirina tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê ye.

Berxwedana me ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, belê ji bo azadiya bi temamî ye!

RJAK: Rêber Apo jiyaneke nû ji bo hemû mirovahiyê pêşkêş kir

Bi heman boneyê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK’ê jî daxuyaniyek weşand û got:

Roja 4’ê Nîsanê weke roja vejîn û jidayîkbûna jina azad e.

Her wiha jidayîkbûn û hemû pêngavên Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê mîna derketina rojê û çareseriya bingehîn ya tevayî pirsgirêkên mirovahiyê ye

Rêber Apo di girtîgehê de jî carek din bi şoreşa fikrî ji dayîk bû û jiyanek nû ji bo hemû mirovahiyê pêşkêş kir

NPG: Rojbûna Rêber Apo ne rojbûna kesekî ye.. Ya gel e jî

Her wiha Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê jî roja rojbûna rêber APO pîroz kir û got:

Rojbûna Rêber Apo ne rojbûna kesekî ye.

4’ê Nîsanê bi xwe re rojbûna duyem û ya sêyem ava kir. Ango 4’ê Nîsanê rojbûna azadiyê ye.

Bi vî awayî rojbûna yekem bû ya me hemûyan.

Bû rojbûna têkoşîna azadiya Kurdistan û her wiha ya gelan.

Back to top button