Şandeyeke enternasyonalîst serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê kir

Şandek enternasyonalîstan serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê a li başûrê Kurdistanê kir.

Şande li navenda Nûnertiyê ya li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê derbarê parastin, ewlekarî, perwerde, jîngehparêzî, çand û hunerê de bi nûnerên rêveberiyê re nîqaş kirin.

Şandeyê piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re anî ziman û diyar kir ku ew ê li welatên xwe jî welatiyan derbarê dagirkerî û binpêkirinên dewleta Tirk de agahdar bikin.

Back to top button