
Li Efrîna dagirkirî, kuştin û revandina welatiyan li ser destê dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran di nava 15 rojên derbasbûyî de 4 jê jin, 32 welatî revandin.
Tora Çalakvanên Efrînê bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên 15 rojên derbasbûyî weşand.
Li gorî vê, di nava 15 rojan de:
Dagirkeran 4 jê jin û 6 kes temen mezin, 32 kes revandin.
Welatiyekî temen mezin hate kuştin û jinek ji ber zext û sûcên çeteyan dawî li jiyana xwe anî.
6 welatî êşkence li wan hate kirin.
Goristanek hate wêrankirin.
Li sê cihan bi sedan dar hatin birîn û şewtandin.
5 mal hatin desteserkirin û firotin.
4 bûyerên diziyê hatin kirin.
Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk dizî û talankirina mal û milkên welatiyan li Efrînê dewam dikin.
Malpera Efrîn Post ragihand ku çete kel û pelên ku ji mal û dikanên welatiyan dizîn li bazarên Idlibê difiroşin.