Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Silava û Bêrîvan bûn pêşengên şoreşa Rojava

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi dauxyaniyekê şehîd Silava û Bêrîvan û hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. YPJ’ê got: “Di şexsê hevrê Bêrîvan û Silava de em soz didin hemû şehîdên xwe ku em ê şoreşa xwe mezin bikin û biparêzin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera 9’emîn a şehadeta her du şehîdên xwe yên destpêkê Silava û Bêrîvan daxuyaniyek da.

YPJ’ê got, em di salvegera şehadeta 9’emîn de hevrê Silava û Bêrîvan ku şehîdên me yên destpêkê ne bibîrtînin.

Şoreşa Rojava a ku bi ked û tekoşîna hezaran jinan pêk hat bi berdêlên giran ve xwe saz kir, mezin bû, nav û deng bû û gihaşte hemû jinên cîhanê.

Em dibêjin hêzên YPJ’ê bi ked û tekoşîna şehîdan gihaşte roja îro.

YPJ’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku li ser axa Rojhilata Navîn bi şoreşa Rojava û bi pêşengiya hevrê Silava û Bêrîvanan, jin nasnameya xwe bi destxist û wiha anî ziman:

Di tekoşîna azadiyê de jin hêz û vîna xwe dît û ev cewher di axa Rojava de di nava hemû jinên Kurd, Ermen, Asûr û Suryanan de ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve artêşa YPJ’ê ava kir.

Hevrê Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ku ji bajarê Efrînê ne di destpêka şoreşa Rojava de bêteredut, bi idda û biryardariya serkeftinê tevlî şoreşa Rojava bûn.

Bi ked û fedekariya bêsînor û bi baweriya şoreş û azadiyê bûne pêşengên şoreşa Rojava.

Di sala 2013’an de li hember êrîşa çeteyên dixwastin Efrînê dagirbikin, li berxwedan, çeper bi çeper axa welatê xwe parastin, têkoşiyan.

Di dawiyê de YPJ’ê got:

Şehadeta Silava û Bêrîvan ji bo me bû hêrsa mezin kirin û xurtkirina tekoşîna azadiyê û niha YPJ’ê ji hemû deman zêdetir bi hêz û xurt e.

LI hember êrişa çeteyên dixwestin Efrîn dagirbikin, Bêrîvan 28’ê Gulanê de, Silava di 29’ê Gulana 2013’an de şehîd bûn.

Back to top button