Balafirên Rûsya êrişî Idlibê kirin

Di êrişa balafirên şer yên Rûsyayê ya li ser herêmê Idlibê de, 5 kes hatin kuştin.
Îsraîlê jî êrişî Şamê kir.
Di êrişê de, berpirsê têkiliyên leşkerî dinavbera Sûrî-Îsraîlê de û 3 kesên din hatin kuştin.
Îranê gef li Îsraîlê xwar û got, “li benda bersiveke dijwar bin.”

Wekî her roj îro jî li “herêma bêçek” şerê derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê balafirên şer yên Rûsyayê çend dever li Idlibê bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî: Di êrişa Rusya malbatek ji 5 kesan hat kuştin

Di encamê de, malbatek ku ji 5 kesan pêk tên hatin kuştin.

Li aliyê başûrê Idlibê jî di topbaran çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de, leşkerek hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li gundewarê Helebê jî bi heman rengî leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Artêşa Îsraîlê êrişî Îamê kir

Li rex vê rewşa li “herêma bêçek”, êrişên Îsraîlê jî li dijî xaka Sûriyê dewam dike.

Duh artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî herêma Seyîde Zeyneb ê gundewarê Şamê kir.

Cihên çekdarên Îranê bûn armanca êrişan.

Çavdêriya Sûrî: Îsraîlê şêwirmendekî Îranê li Sûriyê kuşt

Di encamê de,ji Şêwirmendekî payebilind ê Pasdarên Îranê Rida Riza Mûsewî û 3 kesên din hate kuştin.

Riza Mûsewî berpirsyê piştgiriya Hizbullaha Libnanî û herêma sînorê Colan ne.

Her wiha Li gorî Reutersê, şêwirmendê bi navê Riza Mûsewî berpirsê koordînekirina hevalbendiya leşkerî ya di navbera hikumeta Şamê û Îranê de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê gef li Til Evîvê xwarin

Televîzyona fermî ya Îranê diyar kir ku Mûsewî di balyozxaneyê de dîplomat bû, dema ji kar vedigeriya male, bi moşekên Îsraîlê hate kuştin.

Têkilarî êrişê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî ji dezgehên çapemeniyê re wiha axivî:

“Mafê Îranê ye ku ji bo bersivandina vê kiryarê di cih û dema pêwîst de tevahî tedbîrên bigire.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan jî piştî kuştina Mûsewî got:

“Divê Til Evîv “li benda bersiva dijwar bimîne”.

Li gorî çavdêran, Îsraîlê bi vê êrişa xwe dixwaze Îranê li herêma Colan bikişîne şer.

Hikumeta Şamê jî vê yekê red dike.

Back to top button