Ajansa Navdewletî: Îran hemdemî civîna viyanayê miqdarên uranyoma çalakkirî zêde dike

Ajansa navdewletî ya enerijiya atomî destnîşan kir, ku Îran hemdemî civîna Vienna ya vejandina peymana nukleerî, miqdarên uranyoma çalakkirî zêde dike.

Ajansa navdewletî da zanîn ku nezelalmendiya Îranê di vê derbarê de, dê digel aliyên peymana nukleerî, tengijînan biafirîne.

Li ser vê yekê, rayedarên Amerîkî dibînin ku vegera Tehranê ya ciddî li peymanê, cihê gumanê ye, ji ber ku li aliyekî dixwaze vegere û ceza ji ser bê rakirin, li milekî jî pabendiyên xwe pêk nayîne.

Îran jî ji aliyê xwe ve dibîne ku rêya vegera li peymana nukleerî, rakirina tevahiya cezayan e.

Back to top button