Endonzya..Di teqîna li parzongeha petrolê ya li rojavayê Java de 20 kes birîndar bûn

Li eyaleta Java ya li rojavayê Endonzyayê ji ber teqîna li parzûngeheke petrolê 20 kes birîndar bûn.

Teqîn li herêma İndramayu ya Java yê pêk hat.

Li gorî nûçeya rojnameya “Repubblica” ya sipartî rayedaran, ragihandin ku di teqîna şîrketa petrolê Pertamina ya dewletê de 20 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxanê û rewşa 5 birîndaran girane.

Hewldanên vemirandina şewatê ji hêla tîmên lezgîn ve didome.

Heta vê kêliyê sedemê teqînê nehatiye zanîn.

Ji ber ziyanên teqînê bi sedan kes ji herêmê hatine derxistin.

Şahidên bûyerê gotin, ji ber dijwariya teqînê nexweşxaneyên li herêmê jî ziyan dîtine û camên wê şikestine.

Back to top button