
Bi sedan şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Mezlûm Efrîn, yê ku di encama bombarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, xwestin.
Bi sedan şêniyên Dêrikê û navçeyên wê ji bo sersaxîyê berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan.
Di merasîma sersaxiyê de, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Heqî Botan,
Endama rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Zulfe Bidûr, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xelîl Behro û endama meclisa navçeya Til Koçerê Salih El-Keno axivîn
Kesên axivîn di şexsê Şehîd Mezlûm de şehîdên tevgera rizgariya Kudistanî û şehîdên berxwedana Garê bi bîr anîn, û diyar kir ku Şehîd Mezlûm bû sembolek ji sembolên Şoreşa Rojava û soza şopandina riya şehîdan dan.
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê Mehmûd Ehmed wesîqeya şehîd Mezlûm Efrîn xwend û radestî malbata wî kir.
Bi navê malbata şehîd Mezlûm jî Qasim Ebdo axivî û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.
138 şehîd li Til Hemîs hatin bibiranîn
Li aliyeke din, li Til Hemîsê, QSD û malbatên şehîdan merasîmeke biranînê ya 138 şehîdên ku di pêngavên têkoşîna dijî Daiş’ê de şehîd bûbûn, li dar xist.