Şandeya Katalonî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kir

Şandeya Katalonya ku li bakur û rojhilatê Sûriyê ye îro serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kir.

Şande ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Abid Hamid El-Mihbaş, cigirê wî Hemdan El-Ebid û şêwermenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê ve, hate pêşwazîkirin.

Endamê Şandeya katalonî parlamenter Ruben Wagensberg Robîn Vaginsberg anî ziman ku Rêvebriya Xweser piştî rizgarkirina herêmê ji Daiş’ê di demeke kurt gelek destkeftî pêk bîne û di warê xizmetguzaarî de gelek gav avêt.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiay Xweser Hemdan El-Ebid jî diyar kir ku şande kêfxweşiya xwe derbarê pêşketina tecrûbeya Rêveberiya Xweser de anî ziman.

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku di civînê de rewşa kampan û koçberan û bi taybet Kampa Holê hate nîqaşkirin û şandeyê ji wan re gotiye ku ji pêkanîna aramî û ewlehîya li herêmê, ew ê piştgiriya Rêvebraya Xweser bikin .

Back to top button