Glätti: Dengek ji Pîro re yek ji Çepên Kesk re

Ji partîyên Swîsre û Almanyayê jî piştgiriya ji bo partiya çepên kesk derdikeve Partiya Keskan ya Alman û Swîsre: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, yek ji Kiliçdaroglû re.

Serokê Partiya Keskan Balthasar Glättî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal banga piştgiriya Partiya Çepên Kesk kir û got: “Tirkên li Swîsreyê dikarin heta roja Yekşemê li Zurîh/Bern/Cenevreyê dengê xwe bidin.

Divê siyasetmedarên ji mekrasî û mafê mirovan re rêzdarin di parlamentoya Tirkiyê de hebin. ”

Rîcarda Lang: Divê Partiya Çepên Kesk biserkeve

Seroka Rêveberiya Parlamentoya Federal a ji Partiya Keskan a Alman Rîcarda Lang jî diyar kir ku ew dixwaze Partiya Çepên kes ku têkoşîna wekheviyê dike biserkeve

Kosterê SPD’yî: Divê li Tirkiyê hilbijartineke adilane pêkwere

Dîetmar Koster ku endamê SPD’ê ku partiya Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz e, bi weşandina daxuyaniyekê li ser hesabên xwe yên Facebook û Instagramê, bertek nîşan da êrişên qirkirina siyasî da û got:

Ez dixwazim ku girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan, kampanyayeke adilane û serbest a hilbijartinan bê pêkanîn û pêvajoya hilbijartinan bê hêsankirin.

YE, divê li dijî vê yekê divê hemû rêyên dîplomatîk bi kar bîne.”

Back to top button