Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Xemlîn û şehîd Bozan

Li Til Birakê ya Qamişloyê û Kobanê şêniyên heremê sersaxî dan malbatên şehîdan. Di merasîman de bang li şêniyên herêmê hate kirin ku li hemberî êrişan hevgirtin û asta têkoşînê xurt bikin.

Li Kobanê jî şêniyên heremê sersaxî dan malbatên şehîd Emîra Şahîn (Xemlîn Şahîn) û şehîd Bozan Mehmûd ku di heman qezayê de şehîd bibûn.

Di bin konê sersaxiyê de merasîm hat lidarxistin.

“Li hemberî êrişan hevgirtin û asta têkoşînê xurt bikin”

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û bang li şêniyên herêmê kir ku li hemberî êrişan hevgirtin û asta têkoşînê xurt bikin.

Mistefa Êto got:

“Dewleta Tirk a dagirker ku di rojên xwe yên dawîn de ye bi rêbazên cuda êrişî herêmê dike.

Yên ku xwe bi dewleta Tirk ve girê bide jî wê bi bin bikeve.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Şêniyên Kobanê şehîd Xemlîn û şehîd Bozan oxir kirin

Back to top button