“LI SÛRIYÊ 1854 ZAROK BÛNE QURBANΔ

Li ser asta cîhanê, di kuştin û birîndariya zarokan de, Sûriyê di rêza duyem de ye.
Bi qasî 1854 zarok bûne qurbanê şerê desthildariyê.
Li gorî rarpora NY li giştî Cîhanê bi dehezaran zarok bûne qurbanê berjwedendiyan.

 

Îro Netewên Yekbûyî ragihand ku hejmara kuştiyên sivîl û zarokan bi awayekî bêhempa bilind bûye.

Li gorî raporê:

Hejmara qurbanî û birîndarên “zarok” li Avganistanê gihaştiye 3062’an.

Heta niha, ev hejmara herî bilind e.

Sûriya jî cihê xwe di rêza 2’an de girtiye..

Ji ber şerê ku ev 8 sal in li Sûrî didome, herî zêde sivîl û zarokan bûne qurbanî..

Bi taybetî bi destwerdana dewleta Tirk ji axa vî welatî re, rêjeya kuştina sivîlan zêdetir bû..

Li gorî NY hejmara qurbanî û birîndarên “zarok” li Sûriyê gihaştiye 1854’an.

Her wiha li Yemenê jî 1689.

Raporê teqez kir ku welatê herî zarok tê de cihê xwe di şer de digirin, Somal e.

Di 2018’an de, 2300 zarok beşdarî şer bûne.

Li Nigeria jî 1947 zarok beşdar bûne.

Li gorî raporê, par 933 rewşên destdirêjiya li zarokan hatine belgekirin.

Li Somalê 331 û li Komara Kongoya Demokratîk 277 rewş hatine tomarkirin.

Raporê eşkere kir ku sala borî, nêzî 2490 zarokî hatine revandin.

Li Somalê 1609.

Kongo 367.

Nigeria 180.

başûrê Sûdanê 109.

Sûriyê 69.

Komara Afrîkaya Navîn 62.

Sûdanê 22

Û li Filipînê jî 13 zarok hatin revandin.

Leave a Reply

Back to top button