Zanîngeha Rojava hevpeymanek bi Zanîngeha Washington State a Amerîkayê re îmze kir

​​​​​​​Berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo diyar kir ku Zanîngeha Rojava hevpeymanek bi Zanîngeha Washington State a Amerîkayê re îmze kir.

Ev yek, bi rêya Rêxistina Kurdistan (KAID) û bi awayê online civîneke fermî ku ji bo pêşxistina asta Zanîngehê di milê zanistî, çandî û tenduristî de, pêk hat.

Gulistan Sîdo eşkere kir ku hevpeyman li ser 5 salan hatiye îmzekirin, piştî vê demê bi daxwaza her du aliyan dibe ku bê nûkirin.

Gulistanê anî ziman ku li ser çêkirina kovareke hevbeş de lihevkirin çêbûne, her wiha dê piştgiriya madî ya vê projeyê ji hêla Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve, be.

Bi van hevpeyman û gavan êdî fermîyeta Zanîngeha Rojava li ser asta cîhanî belavdibe û çêdibe.

Back to top button