YJŞ: Em ê ji bo arastina jiyana azad têkoşînê bidomînin

Fermandariya YJŞ’ê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir û destnîşan kir ku ji bo gel û jinên Şengalê heta afirandin û parastina jiyaneke azad wê têkoşîna wan bidome.

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir û teqez kir ku heta afirandin û parastina jiyandeke azad wê têkoşînê bidomînin.

Fermandariya YJŞ’ê şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û rêber Abdullah Ocalan silav kir û got:

“Dema ku jin li hember pergala desthilatdarî ya zilamsalarî têkoşîn dikin divê ji xwe bawer bin û divê jinên gelê Şengalê baş bizanibin ku li kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe YJŞ wê tu carî wan bi tenê nehêle.”

YJŞ’ê bal kişand li ser pêngava ‘Bi dawîanîna qirkirina jinê, dema parastina civak û jina azad e û anî ziman ku pêwîstiya herî bingehîn a jinê hebûna xwe parastina û xweparastinê dike armanc.

YJŞ: Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûna jinê ye

YJŞ’ê da zanîn ku xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye û got:

“Em şervan û komîteya artêşa jinên Êzidî YJŞ, bi temaşekirina jinê di zanista afirandina çareseriyê ya ji pirsgirêkên zayendî heta pirsgirêkên netewî, polîtîk, aborî, civakî û çandî de ne.

Em soza mezinkirina vê yekê didin. Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye.

Ya ku civaka Êzidî jî azad bike têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ku li derdorê YJŞ’ê xwe birêxistin dikin û jinên di nava YJŞ’ê de cîh digirin e.

Her wiha Fermandariya YJŞ’ê soza xwe ya tolhildana hemû fermana bi wesileya 8’ê Adarê dûbare kir û îşaret pê kir ku ji bo kuştina bi navê namûsê ya paşverû û her cûre kuştina jinê ew ê bêjîn êdî wê bisekine.

Back to top button