Piştî şerekî dijwar, Amerîka û Çîn lihevkirin îmze kir

Piştî şerekî bazirganî yê dem-dirêj, Amerîka û Çîn li ser lihevkirineke dîrokî îmze dikin.

Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku “îro qonaxeke dîrokî ye” qonaxeke ku ti carî bi Çînê re pêk nehatiye ye..

Trump diyar kir ku lihevkirineke bazirganî adil û hevpar di navbera Amerîka û Çînê de çêbû.

Ji aliyê xwe ve, serokê Çînê Xi Jinping jî ji Trump re kêfxweşiya xwe anî ziman ku ev yek wê ji cîhanê tevdî re baş be.

Li gorî lihevkirinê, Çîn wê kelûpelên Amerîkî bi 200 milyar dolarî di herdu salên bên de birkire.

Di lihevkirinê de, wê zêdekirina derfirotinên Çînî yên berhemên Amerîkî, “hevsengiya bazirganî” ya Amerîkî der barê Çînê de kêm bike.

Lihevkirinê, her wiha “parastina mulkiyeta fikirî û mercên veguhestina teknelojiyayê jî” girtin dest.

Trump, di Bihara 2019an de, şerekî bazirganî biribû ser Çînê, bi aramnca sînorkirina “kirinên bazirganî yên Çînî” yên “ne li rê.”

Di vê çarçoveyê de, bacên gumrikê yên dijwar li ser berhemên herdu welatan hatin sepandin.

Ev şer, ziyan gihand sektorên çandinî û pîşesaziyê li Amerîka, lê her û her Trump digot ev yek tenê bandor li Çînê kiriye.

Leave a Reply

Back to top button