Hikumeta Lîbî ya demkî istîfaya xwe pêşkêşî Parlemenê kir

Ji ber xwepêşandanên gel, hikumeta Lîbî ya demkî ya bi serokatiya Ebdella El-Senî, istîfaya xwe, pêşkêşî Parlemanê kir.
Aliyên Lîbî jî ku ev çar roj in li Qahîrayê civînan li dar dixin, civînên xwe bidawî kirin û li ser gelek xalan li hev kir.

Ji ber têkçûna rewşa jiyanî û bangên xwepêşanderan ji bo çareserkirina pirsgirêkên rojane, hikumeta Lîbî ya demkî ya bi serokatiya Ebdella El-Senî, duh, istîfaya xwe pêşkêşî Parlemanê kir.

Şêwermendê serokê Parlemanê diyar kir, ku Uqeyle Salih li gorî destûrê biryar da ku ev istîfa li meclisê were nîqaşkirin.

Aliyên Lîbî civînên xwe li Qahîrayê bidawî kirin

Li aliyekî din şandeya Lîbî ya ji Parleman û Meclisa bilind a dewletê, tevî çend kesayetên payebilind ên Lîbî, civînên xwe yên li Qahîrayê bidawî kirin.

Aliyên Lîbî balkişandin li ser yekîtiya xaka Lîbya û serwerî û serxwebûna wê.

Şandeya Lîbî ku ev 4 roj in li Misirê ye, di encamnameya xwe de, girîngî da gihîştina mekanîzmeyekê ji bo mayîndekirina rawestanina şer û berdewamkirina pêvajoya siyasî ya di bin çavdêriya NY de.

Şandeyê diyar kir ku divê aliyên Lîbî li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya navnetewî û di çarçoveya lihevkirinên siyasî de kar bikin da ku ji bo bi dawîkrina aloziyê bigihêjin lihevkirinekê.

Di civînên li Qahîrayê de, aliyên Lîbî li hev kir ku hilbijartin berya Cotmeha 2021’ê pêk werin.

Her wiha, ji encamên vê civînê, lihevkirina li ser jinûve-avakirina Meclisa Serokatiya hikumeta Wîfaqê ku wê ji serok, 2 cîgir û serokekî hikumetê yê serbixwe, li gorî dengdana Parleman û Meclisa Bilind a dewletê, pêk were.

Back to top button