Saziyên civaka sivîl: Azadiya Rêber Ocalan azadiya mirovahiyê ye

Endamên saziyên civaka sivîl tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin û diyar kirin, armanca tecrîdê qirkirina gelê Kurd e.

Hevserokê saziyên civaka sivîl Reşîd Reşo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan azadiyê bi sînor dike.

Reşîdd Reşo teqez kir ku azadiya rêber Ocalan azadiya mirovahiyê ye.

Endamê saziyê Ehmed Bebo jî tecrîd şermezar kir û got: “Armanca dewleta Tirk ji tecrîdê qirkirina gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî gelê Kurd e.

Ehmed Bebo destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li dijî rêber Ocalan e, lê belê bandorê li tevahî gelên cîhanê dike.

di dawiyê de ,endamên saziyên civaka sivîl bang li rêxistinên navneteweyî û bi taybet (CPT) kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan bi erka xwe ya mirovî rabe û hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.

Her wiha bang li hemû gelan kir ku dakevin qadan û tecrîdê şermezar bikin.

Back to top button