Yûnanistan: Tirkiyê dev ji tevgera xwe berde, em amade ne danûstandinan bikin

Piştî ku Yûnanistanê hêzên xwe li giravên Deryaya Egeyê kom kirin, dewleta Tirk keştiya xwe ya lêgerîna li gaz û petrolê Oruç Reîs vekişand Antalyayê û idîa kir ku ev vikişandin li gorî planên wê pêk hatiye.
Yûnanistanê jî ragihand, eger Tirkiyê dev ji tevgera xwe ya nerewa berde, ew amade ne danûstandinan bikin.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis ragihand ku ew hêzên xwe ji giravên Deryaya Îca, li gorî daxwaza Tirkiyê, venakişînin.

Mitsotakis got:

”Me ti carî alozî li Deryaya Spî gurr nekiriye û kişandina hêzên me ji giravên Yûnanistanê ne cihê nîqaşê ne”.

Serokwezîrê Yûnanistanê teqez kir, ku eger Tirkiyê dev ji tevgera xwe ya nerewa li herêmê berde, em amade ne danûstandinan dest pê bikin.

Berya niha wezîrê parastinê yê Tirkiyê Xilûsî Akar gotibû, Yûnanistanê 18 girav biçek kirine û ev yek li dijî peymanan e û aloziyê kûrtir dike.

Akar idîa kir ku ew destekê didin diyalogan û çareserkirina aloziyan bi awayekî aştiyane.

Derbarê vegerandina keştiya lêgerîna li gaz û petrolê Oruç Reîs, Akar diyar kir ku vegera vê keştiyê di çarçoveya planên me de pêk hat û ev nayê wê wateyê ku em ê dev ji mafên xwe berdin.

Enqere: Gavên Amerîka di dema dawî de alozî kûrtir kir

Li aliyekî din, serdana wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo bo Qibrisê û îmzekirina lihevkirinekê ji bo vekirina navendeke rahênana leşkerî, dewleta Tirk nîgeran kir.

Wezareta derve ya Tirkiyê ragihand ku ev lihevkirin, xizmeta aştî û aramiyê li rojhilatê Deryaya Spî nake û dê ziyanê bigihîne pirsgirêka Qibrisê.

Wezaretê da zanîn ku gavên Amerîka di dema dawî de, aloziya li rojhilatê Deryaya Spî kûrtir kir.

Wezareta derve ya Tirkiyê bang li Waşingtonê kir ku bi wekhevî nêzîkî aliyên aloziyê bibe.

Berya niha Pompeo ragihandibû ku Amerîka dê qedexeya şandina çekan bo Qibrisê, ku ev 33 sal in li ser wê hatiye ferzkirin, rake û dê çekan bo Qibrisê bişîne.

Back to top button