Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, di 2 rojên dawîn de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên sivîl binçav kirin.
Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nava 2 rojên dawîn de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku xwendekar û çalakvanên binçavkirî ji bajarên Kerec, Mehabad, Rebet û Merîwanê ne.
Hate zanîn ku ev kesên navborî birine cihekî nediyar û heya niha li ser sedema binçavkirina wan ti agahiyek nehatiye belavkirin.