QSDʹê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Îbrahîm Ehmed Berho di encama qezayekê de şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta şervanê xwe de ev agahî da:
“Hevrêyê me Îbrahîm Ehmed Bero di encama qezayekê de şehîd bûye.
Hevreyê me yê şehîd bi dîsîplîna xwe û hestê leşkerî yê bilind cûda bû, nemaze piştî ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya dîsîplîna leşkerî bû.
QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd û tevayî gelê welatparêz re xwest û soza berdewamiya rêya şehîdan heta serkeftinê da.
Li gorî QSD’ê nasnameya şehîd wiha ye:
- Nasnav: Îskender
- Navê dayikê: Zehra
- Navê bav: Ehmed
- Cih û dîroka jidayîkbûnê: Mexrebteyn 2002ʹyan
- Cih û dîroka şehadetê: Sirîn 8ʹê Nîsana 2023ʹyan.”