Çalakiya kovendanê ya li Qamişlo di roja 32. de didome

Çalakiyên gelê herêmê yên li dijî êrişên dewleta Tirk, hevkariya PDK’ê û tecîrda li ser Rêber Ocalan, zêde dibin. Îro jî li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxistin û peyama mezinkirina berxwedan û tekoşînê hate dayîn.

Berxwedana gel a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser heremê û hevakriya PDK û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike.

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY ya li Qamişlo di roja 32’an dewam dike.

Îro bi dehan endamên HPC’ê yên Kampa Waşûkanî a li bajarê Hesekê û şêniyên Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn.

Di bin kon de, ji rêveberiyên HPC’ê yên Kampa Wamşûkanî Cîhad Emîn axivî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir.

Cîhad Emîn diyar kir ku wê gelê herêmê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û ji bo parastina xwe û xaka xwe têbikoşin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Girkê Legê xiyaneta PDK’ê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Girkêlegê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk PDK’ê bi kar tîne da ku projeyên xwe yên osmanî vejîne, îsbata vê yekê jî êrişa herî dawî ya li Xelîfanê ye.

Meclisê da zanîn ku PDK’ê di hevkariya xwe dewleta Tirk re ji bo têkbirina destekiyên gelê Kurd didomîne.

Di dawiyê de, Meclisê diyar kir ku heta ku dagirkerî û xiyanet bê têkbirin û azadiya Rêber Ocalan bê misogerkirin û ew ê dev ji berxwedan û tekoşnê bernedin.

Şêniyên Kobanê tecrîda li ser Rêber Ocelan şermezar kirin

Şêniyên Kobanê li dijî tecrîda giran ya dewleta Tirk li ser Rêber Apo meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, endamê rêveberiya Komîteya Parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kobanê Hîlal Elî axivî û wiha got.

“Dewleta Tirk di dûrxistina gel ji rêber APO de bi ser neket û şopandina fikir û felsefeya wî dê berdewam bike.”

Hîlal Elî di dawiyê de diyar kir ku wê gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomîne.

Back to top button