Dewleta Tirk çekên kîmyewî derbasî Lîbyayê dike

Piştî ku Artêşa Niştimanî ya Lîbî derbên giran li hêzên Wîfaqê û çeteyên Tirkiyê xistin, dewleta Tirk vê carê hewl dide çekên kîmyewî bigihîne destê hikumeta Wîfaqê.

Dewleta Tirk vegûhestina çekên kîmyewî jî bi rêka balafirgeha Cercîs a li Başûrê Tûnisê de pêktîne.

Siyasetmedarên Lîbî metirsiya xwe ji vê gava Tirkiyê anî ziman û teqez kirin ku çeteyên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê piraniya wan di lîsteyên terorê yên meclîsa ewlekariya navdewletî de ne.

Siyasetmedaran destnîşan kirin ku agahî li ber destê wan hene ku Enqere dixwaze çekên kîmyewî jî bide hikumeta Fayîz Serac.

Li gorî Reutersê, serokatiya Tûnisê duh ragihand ku wan destûr da firokeyeke Tirkî li balafirgeha Cercîs deyne, da ku alîkariyên bijîşkî derbasî Lîbyayê bike.

Li gorî daxuyaniyê, serokatiya Tûnisê ev yek qebûl kiriye, bi mercê ku hêzên ewlekariya Tûnisê bixwe van alîkariyan, di dergeha Ras El-Cedîr a sînorî, derbasî Lîbyayê bike.

Li gorî agahiyan, hikumeta Tûnisê wê barê vê firokeyê radestî nûnerê hikumeta Wîfaqê bikin.

Back to top button