Civîna PDK û YNK’ê cara duyemîm betal dibe

Li gor medyaya PDK’ê, civîna PDK û YNK’ê ya dihat payîn ku îro ji bo rewşa Zînî Wertê li Hewlêr pêk were, betal bûye.

Sekreterê PDK’ê Fazil Mîranî di 5’ê Gulanê de ragihandibû ku PDK û YNK wê li Hewlêrê di 9’ê Gulanê de li hev bicivin

Li gor medyaya PDK’ê dê civîn pêk neyê.

Ev cara duyemîn e civîna PDK û YNK’ê ya der barê Zînî Wertê de, tê betalkirin.

Cara yekemîn civîn di 22’yê Nîsana borî de heya demeke ne diyar hatibû taloqkirin.

Li gor agahiyên medyaya PDK’ê civîn li ser daxwaza YNK’ê hatiye betalkirin.

Lê belê têkildarî vê mijarê heta niha di medyaya YNK’ê de ti agahî nehatine dayîn.

Back to top button