Trump dirêjkirina cezayên li ser hikumeta Sûrî saleke din pejirand

Navenda detayên Elekitronîk di tomargeha federal a Amerîkî de diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump, cezayên aborî yên li ser hikumeta Sûrî saleke din dirêj kir.

Di çend salên borî de, Amerîka ceza li ser berpirsin hikumeta Sûrî sepandibûn û hawirdekirina hin madeyan bo Sûriyê qekexe kiribû.

Her wiha di 17’ê Adara borî de, wezareta Gencîneyê ya Amerîkî, wezîrê parastinê yê hikumeta Sûrî Elî Ebdella Eyyûb, xistibû lîsteya cezayan.

Piştî belevbûna vîrûsa coronayê, di nav de Sûriye, 10 welatan nameyek ji Komîseriya bilind a mafên mirovan re şand, tê de daxwaza rakirina cezayan hat kirin, da ku alîkariyên bijîşkî derbasî welatên cezakirî bibin.

Back to top button