Vîrûsa Corona..Li Cîhanê bi giştî, zêdetirî 4 milyon kesî bi vîrûsê ne

Vîrûsa corona, cîhan tevahî daye ber xwe, heya niha zêdetirî 4 milyon kes bi vîrûsê ketine û bêtirî 276 hezar kes jî mirine.

Amerîka ya ku herî zirar ji vîrûsê dîtiye, Serokê wê car caran bi daxuyaniyan hewl dide moralê gelê xwe bilind bike.

Dîsa Trump hêvî da gelê xwe û teqez kir kir piştî demek din wê vîrûsa coronayê heya bê derzî, bi dawî bibe

Daxuyaniya Trump û Rêveberê peymangeha Niştimanî ya Amerîkî ya di derbarê nexweşiyan bi nakok bû.

Rêveberê peymangeha Amerîkî gotibû eger vîrûs bidawî bibe, di demek din wê dîsa derkeve.

Heya niha li Amerîka zêdetirî milyonek kes bi vîrûsê ketine û 78 hezar kes jî mirine.

Piştî Amerîka, Italiya, Fransa û Almanya tê ku wan jî gelek qurbanî dane.

Back to top button