Dihok-Agir bi kampa Dawidiyê ya penaberên Şengalê lê dimînin ket

Li kempa Dawidiye ya bi ser Dihokê ku penaberên Şengalê lê dimînin şewatek giran li kampê rûda.
Di encama wê de 25 kon şewitîn.

Îro di seatên sibehê de agir bi kempê ket.

Di encamê de 25 konên pênaberên ji Şengalê têde diman bi temamî şewitîne.

Li gora agahiyan derveyî zirarên madî ti zererên canî çênebûne.

Li gora agahiyên destpêkê tê texmîn kirin ku şewat di encama temasa kehrebê derketiye.

Saziyên eleqedar ên li heremê heya ber destê sibehê jî nekarîne şewatê bixin bin kontrolê

Kempa Dawidiya dikeve navçeya Amadiyê ya bi ser parêzgeha Dihokê.

Her çiqas beşek ji Şengaliyan vegeriyabin cîh û warên xwe hêjan gelek malbat li kampê jiyan dikin.

Hate hînbûn ku di vê kempê de 500 kon heye û 2500 kesên ji tevahiya gund û komelgehên Şengalê li vê kampê jiyan dikin.

Back to top button