Tirbespiyê-Li navenda Hêzil dewreyên perwerde yên jinan hat vekirin

Bi bidawîbûna sala xwendinê re Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ragihand ku wan dewreyên muzîk, stran û fêrkirina govend û şêwekariyan ji bo jinan vekirin.

Rêveberên navendê dazanîn ku mamosteyên di muzîk, şêwekarî û govendan de pispor in, perwerdeyê didin.

Niha 51 xwendekar li gorî behre û xwestekên xwe perwerdeyê dibînin.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku 16 xwendekar li ser rêsandin, dirûtina cilên folklorîk û şêwekariyên din perwerde dibin.

Lîlav Xalid a ku perwerdeya muzîkê distîne diyar kir ku li ser gelek alavên mîna gîtar, ûd, org û kemanê perwerdeyê distînin.

Mamosteya Ibtîhal Mehmûd jî destnîşan kir ku ji bo fêrbûna şêwekariyan jinan xwe tomar kirin û ew jinan li gorî bernameyê perwerde dikin.

Back to top button