Yûnanistan: Wê Tirkiye nekare mafên me yên parastî binpê bike

Hikûmeta Yûnanistanê got ku ger dewleta Tirk vekolandina petrolê li deryara Spî berfirehtir bike, wê bersiva wê bidin.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, Nîkûs Dindiyas, bi daxuyaniyekê ragihand ku ger Tirkiyê biyar da ku vekolandina petrol û gazê di Deryaya Spî de berfirehtir bike, wê bersiva wê didin.

Nîkûs Dindiyas got:

“Wê Tirkiye nekare mafên Yûnanistanê yên parastî binpê bike.

Ger ti kiryar ji aliyê Tirkiyê ve were, em hertim û bi temamî ji bo bersivê amade ne.”

Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Yûnanistanê di wê demê de hat, piştî ku Tirkiyê ragihand ku wê di sê-çar mehên bê de dest bi vekolandina petrolê li rojhilatê Deryaya Spî bike.

Beriya niha jî dewleta Tirk bi hikûmeta Serac ya Ixwanî li Lîbyayê tifaqek deryarî û leşkerî imze kiribû.

Ev tifaq ji aliyê Yûnanistan û Yektîiya Ewopayê bi giştî jî li pêşiya bertekên tund hat.

Back to top button