Endamê Desteya Serok Eşîrên Şengalê Mirad Nemir diyar kir ku PDK pêşiyê li vegera Şengalê ya koçberên Êzidî digre û berê ciwanên Êzidî dide derveyî welat.
Endamê Desteya Serok Eşîrên Şengalê Mirad Nemir di nirxandinên xwe de balkişand li ser koçberkirina ciwanên Êzidî ji bo derveyî welat û wiha got:
“Yên ferman bi ser me de anîn, niha ji bo temamkirina wê, berê ciwanên me didin derveyî welat.
Pêwîste gelê me li hember van planan hişyar bin û rê nedin dijmin bigihije armanca xwe. ”
Nemir destnîşan kir cihê jiyana civaka Êzidî Şengale û wiha pêde çû;
“Cihê ku em karibin têde jiyan bikin, çiyayê Şengalê ye.
Ji ber kesên bi xîret û wêrek yên Êzidî dest ji Şengalê bernadin, heya niha dijmin nekariye bigihije armanca xwe.
Em di wê baweriyê de ne ku wê keç û xortên me dê vê plana dijmin ya ji bo valakirina Şengalê vala derbixin.”