Malperên şerên taybet yên dewleta Tirk a dagirker piştî êrişên duh yên li ser Bakur û Rojhilat Sûriyê ragihad ku di êrişê de 9 şervanên QSD’ê şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD têkîldarî mijarê li ser malpera xwe daxuyaniyek parve kir û got: “Ev îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewin.
Duh bi şev carekek din dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Di encamê de stasyonên petrol û bendava Dêrikê bû arman ca êrişan.
Pirştî êrişan Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ragihad ku di êrişê de 9 şervanên QSD’ê şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ev îdiayên Wezareta dewleta Tirk a dagirker derewand.
QSD’ê diyar kir ku ev nûçeyên şerên taybet yên dagirkeriyê dûrî rastiyane.