Newroz Uysal: Li Îmraliyê di asta hiqûqî de pergalek taybet heye

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal anî ziman ku pergala li Îmraliyê,li gorî zagonên hiqûqa Tirkiyê, navnetewî û peymanên navnetewî, pergalekî taybet e û mînakên wê nînin hatiye avakirin.

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal têkildarê girankirina tecrîda li Îmraliyê û cezayê dîsîplînê ku li ser Rêber Apo û her sê hevalên wî hatibûn birîn ji ANF’ê re nirxand.

Parêzer Newroz diyar kir ku 23 sal in ku li Îmraliyê pergaleke taybet hatiye avakirin û ev pergal ne li gor hiqûqê ye û got;

“Li gorî zagonên hiqûqa Tirkiyê, hiqûqa navnetewî û peymanên navnetewî, pergalekî taybet e û mînakên wê nînin.
Her ku çûye jî ev pergal hîn girantir û kûrtir bûye. Tecrîd li gor bertekên gel, tê guhertin. Bidawî kirina vê tecrîdê, bi rewşa siyasî û polîtîk ve girêdayî ye.”

Newroz Uysal: Birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye

Newroz Uysal li ser rola Rêber Apo di çareseriya pirgirêka Kurd de jî wiha anî ziman:

“Birêz Ocalan bi awayekî eşkere di Rojhilata Navîn de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd aktorekî sereke ye. Çiqas dewleta Tirk xwestibe ku vê muxatebiyeta Birêz Ocalan ji holê rake jî, lê gel ev muxatebî naskiriye û her tim piştgirî dayê.”

Parêzera Rêber Apo li ser tecrîda girankirî, cezayê volta avêtinê bi pergala taybet ya hatî avakirin ve girêda û got:

“Di asta herî giran de tecrîdê niha didin meşandin. Me ji Mafê Mirovan ya Ewropayê zanî ku cezayê volte avêtinê dane Birêz Ocalan û hevalên wî. Dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Birêz Ocalan ditirse û dixwaze rola Birêz Ocalan ya li ser gelê Kurd ji holê rake.”

Newroz Usyal da xuyakirin ku qanûnên li Tirkiyê ne li gorî Peymanên Konseya Ewropane lê heya niha ji bo rakirina tecrîdê Konseya Ewropayê gav ne avêtiye.

Newroz Uysal da zanîn zazî û dezgehên navnetewî bi awayekî siyasî û polîtîk nêzikatiyên xwe nîşan didin û got,

Newroz Uysal: Ji azadiya birêz Ocalan em ê xebatên pêwîst bikin

” CPT di nava van 23 salan de, tenê 8 caran hatiye serlêdanê. Ev nêzikatiyekî şaş û çewte.”

Parêzera Rêber Apo dawiyê de anî ziman tevî ku ew her roj ji bo hevdîtina malbat û parêzeran serlêdanan dikin jî lê tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn û got,

“Di asta navnetewî de jî serlêdanên me yên ji bo Mafên Mirovan ya Ewropa heta niha jî dewamin. Rojeva me ya sereke li Komîteya Ewropa ku girêdayî Konseya Ewropayê ye, biryara tecrîdê xistina rojeva komîteyê ye. Di heman demê de em ê di asta hiqûqî de ji bo kampanya azadiya Birêz Ocalan xebatên pêwîst bikin.”

Back to top button