Roj bêyî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê derbas nabe. Artêşa dagirker dîsa gundên Şehbayê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvro careke din gundên Eyndeqnê û Bêlûniyê yên herêma Şehbayê topbaran kir.
Di encama topbaranê de ziyan gihîşt erd û zeviyên gundiyan.
Hemwextî van êrişan liv û tevgera balafirên keşfê yên artêş Tirk a dagirker li ser navçeya Şêxler a Kobanê hebûn.
Duh êvarê jî artêşa Tirk a qirker gundê Dirdara, Micêbra yê Til-Temir topbaran kirin û malek sivîlan kirin armanc.
Di encmê de tiştek bi kesî nehat, tenê ziyanên madî çêbûn.