Di teqîna li Sierra Leone de 84 kes mirin

Li paytexta Sîerra Leoneyê Freetown tankereke petrolê piştî ku li qamyonekê qelibî teqîya.
Hat diyar kirin di encama teqînê de herî kêm 84 kes mirine.

Hat diyar kirin di vê teqînê de herî kêm 100 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çapemeniya herêmî herî kêm 90 cenaze çûne morga dewletê. Li nexweşxaneyên Freetownê jî 100 birîndar derman dibin.

Piştî teqînê agir bi petrola ku li qadeke fireh belav bûbû ket û hat gortin gelek kes di nava şewatê de mane.

Li vî bajarê li ber behrê yê ku milyonek kes lê ne, di meha Adarê de jî agir bi taxekê ketibû, 80 kes miribûn û 5 hezar kes jî bêmal mabûn.

Back to top button