Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf ragihand ku dê îro têkildarî malbatên Iraqî yên li Kampa Holê civîneke hikumetê û aliyên navneteweyî pêk were.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf têkîldarî civîna ku li ser rewşa Kampa Holê bê lidarxistin ji ajansa nûçeyan a Iraqê re axivî.
Sahaf diyar kir ku dê îro ji bo nîqaşkirina nêrîna hikumeta Iraqê der barê Kampa Holê de civînek bê lidarxistin û wiha got:
“Wezîrên karên derve, şêwirmendên ewlehiya neteweyî, şande û rêxistinên li Iraqê; wê li ser Rewşê bicivin.
Çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê ji bo Iraqê êdî berjewendiyeke ewlehiyê ya bilind e.
Ji ber ku gelek bandorên civakî çêdike.”
Iraqê bang li hêzên nanvetewî kir: Welatiyên xwe ên li Kampa Holê bigrin
Li gorî Sahaf, hikumeta Iraqê bang li civaka navneteweyî dike ku welatiyên xwe yên li Kampa Holê bigirin û vê kampa ku bûye cihekî xeternak, bi dawî bikin.
Ehmed Sahaf di dawî de diyar kir ku wê hikumeta Iraqê ji bo wergirtina malbatên li kampa Holê xebatên xwe dewam bikin.