HPG’ê nasnameya hevrêyê xwe Zerdeşt Agir eşkere kir

HPG’ê gerîlayê bi nasnav Zerdeşt Agir bi rêzdarî bi bîr anî û got:
Fermandarê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Zerdeşt, 22 salan li ser xeta fedaîtiyê têkoşîneke destanî meşand.

Li aliyek din Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir.

HPG’ê ragihand hevrêyê wan Zerdeşt di 4’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bûye û wiha got:

“Fermandarê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Zerdeşt, ji Xinêre heta Zapê, ji Qendîlê heta Dersimê, ji Derya Reş heta Garê 22 salan li ser xeta fedaîtiyê têkoşîneke destanî meşand.

Milîtaniya fedaî ya Apoyî û daxwaza têkoşînê ya hevrê Zerdeşt wê ji hevrêyên wî re bibe mînak, armancên ku wê di oxira wan de bi fedaîtî têkoşiya wê teqez bi ser bê xistin.

Di serî de ji malbata hêja ya şehîd Zerdeşt, HPG’ê ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Zerdeşt Agir
Nav paşnav: Ayvaz Beyaz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Şaristan
Bav: Kazim
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2022 / Gar

Back to top button