Parlamentoya Iraqê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir

Parlemantoya Iraqê êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: Tirkiya aramî û ewlehiya Iraqê bin pê dike..

Der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker de, serokatiya Paremantoya Iraqê, îro civînek lidar xist.

Di civînê de wezîrê karê derve Fûad Hisên û karmendên payebilind ên wezaretê, serokên frakisyonan, komîteyên niyabî û hejmarek ji parlementeran amade bûn.

Nivîsgeha alîkarê duyemîn ê serokariya parlamantoya Iraqê Şaxiwan Ebdullah der barê hugiliyên civînê de daxuyaniyek da.

Li gor Şaxiwan Ebudlah, Iraq hemû destwerdanên derve red dike, wan destwerdanan jî weke binpêkirina serweriya xwe dibîne.

Di nava daxuyaniyê de hat gotin: “Iraq xwedî serwerî ye, nabe bi tu behaneyekê êriş li ser bê kirin. Ev êriş aramî û ewlehiya Iraqê bin pê dike, bandorên wê dê li ser têkiliyên dîplomatîk û aborî bi welatên cîran re neyînî bin.”

Back to top button