Konferansa 2’emîn a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê bi encamnameyekê û hilbijartina rêveberên wê bi dawî bû

Konferansa 2’emîn a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê bi encamnameyekê û hilbijartina desteya rêveber a partiyê û serokê wê bi dawî bû.

Vê sibê 2.Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li ser asta Hesekê bi diruşma “Sûriya demokratîk a nenavendî..Rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiya me ne..partiya me hêviya me ye” li dar ket.

Ev konferans ji bo amadekariyên lidarxistina kongerya giştî ya partiyê li ser asta Sûriyê ku tê payîn di 27’ê Adara bê de be, hat lidarxistin.

Konferans li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya li texa El-Mişêrfê ya Hesekê hat lidarxistin.

Di konferansê de 25 endamên partiyê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên partiyên siyasî û hêzên leşkerî, endamên sazî û navendên sivîl ên kantonê beşdar bûn.

Piştî hilbijartinan Evîn Mihemed ji bo serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Hesekê û Tarq Xilêf jî wekî cigar hatin hilbijartin.

Her wiha 25 endam ji bo Meclisa Partiyê hatin hilbijartin.

Back to top button