Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê nedaye rawestandin .
Ji şeva 12″ê mehê ve dest bi pêleke nû ya êrişan kiriye .
Derengî şevê jî êrişî Kobanê û Minbicê kir.
Dewleta Tirk seetên derengî şevê êrişî gundê Sarinca , Hiriyê Sewan , Erîda û Hiwêş ê Rojhilatê Kobanê kir.
8 guleyên obîsan li gundê Sarinca ketin.Di encamê de zirarên madî çêbûn .
Her wekî êrişî gundê Boxaz ê Minbicê jî kir .
Li hêleke din nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir .
Êrişên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê ev demeke nehatiy rawestandin .
Di van êrişên xwe yên dawî de bi kêmanî 80 navend bombe û topbaran kirin.
Bêtirî 2 milyon û niv welatî bê av, elektirîk, sotemenî û nan mane.