NY: DIVÊ PENABER BI AWAYEKÎ XWEBEXŞ VEGERIN WELATÊ XWE

Komserîya Netewên Yekbûyî ragihand ku vegera penaberên Sûrî ji welatê wan, divê bi awayekî xwebexş be.

 

Komserê Buroya NY a karûbarên Penabera Filippo Grandi têkildarî rewşa penaberên Sûrî bi komsera yekîtiya Ewropî Federica Mogherini re pêwendîdar bû.

Der barê mijarê de Buroya Komseriyê daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de her du aliyan diyarkirin ku li ser vegera penaberên Sûrî bo welatê wan û bi awayekî xwebexş li hev kirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku eger vegera penaberan ne bi awayekî ewle, li gorî biryareke guncaw û bi awayekî xwebexş be, wê demê wê veger nepêkan be.

Beriya niha Wezîrê Navxweyî yê Almaniyayê Horst Seehofer pêşinyar kiribû ku penaberên Sûrî yên ku bi serdaneke taybet, serdana Sûriyê kirine, piştî ku jê reviyan ji Almaniyayê werin dûrxisitn.

Her wiha hikûmeta Siwêdê jî di dawiya mehên birî de ragihandibû ku ew êdî nema mafê bicihbûn dide penaberên Sûrî, ji ber ku gelek deverên Sûriyê aram bûne.

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button