ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI AMEDÊ 16 ROJ IN DEWAM DIKE

Li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’ê bertek dewa dikin.
Gelê li Amed, Wan û Mêrdînê her roj dadikevin qadan û desteserkirina îradeya xwe şermezar dikin.
Çalakiya rûniştinê ev 16 roj in bênavber dewam dike .
Her wiha Hevşaredarên HDP’ê yên ji peywirê hatin girtin, derbarê qeyûman de ji serokên şaredariyên bajarên Ewropa re name şandin.

 

Li dijî dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re çalakî bênavber dewam in.

Çalakiya rûniştinê ya li Amedê ya , di roja 16’emîn de bi dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” dest pê kir.

Kesên beşdarî çalakiyê bûn, bi çepik û berzkirina silogana “Bi berxwedanê em ê qezenc bikin” erkdarkirina qeyûman şermezar kirin.

ÇALAKIYA LI WANÊ DI ROJA 16’AN DE DEWAM KIR

Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 16’an de dewam kir .

Çalakiya rûniştinê ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê pêk tê wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP’ê û welatî beşdar bûn.

Di çalakiyê de parlamenter Murat Sarisaçaxivî û got:

“Heta qeyûm ji vir biçin em ê li kolanan têbikoşin.”

LI MÊRDÎNÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DI ROJA 16’AN DE YE

Li Mêrdînê li gel astengiya polîsan jî 16 roj in li dijî tayînkirina qeyûman çalakî didome. Parlamenter Omer Ocalan got: “Em ê ji darbekar û cuntavanan re nehêlin.”

Li Mêrdînê çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûman a HDP’ê di roja 16’emîn de dewam kir.

Çalakî li Parka Karayollar pêk hat û li gel parlamenterên HDP’ê bi sedan welatî beşdar bûn.

Beriya çalakiyê polîsan wek her roj parke dorpêç kir û destûr neda HDP’iyan biçin parkê.

Li ser vê yekê HDP’yiyan li parkê dest bi çalakiya xwe kirin.

Parlamenter Omer Ocalan li vir axivî û got:

“Em ê ji darbekar û qeyûman re nehêlin.”

TURK, MIZRAKLI Û OZGOKÇE JI ŞAREDARIYÊN EWROPA RE NAME ŞANDIN

Hevşaredarên HDP’ê yên ji peywirê hatin girtin, darbarê tayînkirina qeyûman de, ji serokên şaredariyên bajarên Ewropa re name şandin.

Hevşaredaran, xwestin ku tora piştevahiyê bê avakirin û bajarên wan ên qeyûm tayînê wê hatin kirin ziyaret bikin.

Leave a Reply

Back to top button