KJK: Em 8’ê Adarê Cîhanê bikin warê serhildanê

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi nêzbûna 8’ê Adarê re daxuyaniyêk da.
Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku divê di çalakiyên 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Rêber Apo jî bê kirin û bang li hemû jinan kir ku cîhanê bikin warê serhildan û avakirinê.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi nêzbûna 8’ê Adarê re daxuyaniyêk da.

Daxuyaniya ku Koordînasyona KJK’ê di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê de bi sernava “Ji bo jinên ku bi 8’ê Adarê re ber bi biharbûna jinan ve diçin” weşandî, bi vî rengî ye:

“Em di bin siya şerê ku berdewam dike û qetlîamên li dijî jinan û bi têkoşîna jinan a ku weke rojê li hemberî vê siyê xwe nîşan dide, pêşwaziya 8’ê Adarake din a nû dikin.

Em nikarin têkoşîna azadiyê ya jinan bi rojekê re sînordar bikin.

Lê belê rojeke weke 8’ê Adarê ku bi sedan jin hatin şewitandin û qetilkirin, têkoşîna azadiyê mezintirîn erka me jinan e.

KJK: Divê çalakiyên 8’ê Adarê di çarçoveya daxwaza azadiya Rêber Apo de be

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku divê çalakiyên 8’ê adarê di çarçoveya daxwaza azadiya Rêber Apo de be û got:

“Rêber Apo rêya azadî û aştiyê bi awayekî herî watedar nîşanî me jinan daye.
Çalakiyên îsal ên 8’ê Adarê jî di heman demê de divê di çarçoveya bangkirin û xwedîderketina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de be.

Têkoşîna azadiya jinan a sedsala 21’an rasterast girêdayî paradîgmaya Rêber Apo û xeta azadiyê ya jinan e.

KJK: Li Rojava dewleta Tirk li dijî şoreşa jinê bi tolhildaneke mezin êrîşan dike

Koordînasyona KJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got:

“Li Rojava dewleta Tirk li dijî şoreşa jinê bi tolhildaneke mezin êrîşan dike.

Li Efrîn, Serêkaniyê û qadên şoreşa jinê ku ji aliyê komara Tirk a faşîst ve hatiye dagirkirin, jin her roj rastî

êşkenceyên giran tên û bi kuştinê re rû bi rû dimînin.

Di vê 8’ê Adarê de divê Erdogan û mêrtiya kirêt li her derê bê teşhîrkirin.

KJK: 8’ê Adarê bikin roja serhildan û avakirinê

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê herî dawî bang li jinan kir û gto:

“Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû jinên ku bi serhildana xwe jiyanê jinûve avakirine dikin ku tevahiya cîhanê bikin qada serhildan û avakirinê, hevrêtiya jinê ya li vî welatî xurt bikin û têkoşînê mezin bikin.”

TAJÊ bi boneya 8’ê Adarê ji bo jinên Efxan nameyek şand

Back to top button