Lahor Şêx Cengî: Ji bilî lihevkirinê ti rêyeke din nîne

Serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî û Rêveberê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî Ji bo nirxandina aloziya siyasî û aborî li bajarê Hewlêrê civiyan. Di civînê de biryar hate stendin ku Hewlêr şandeyekê bişîne Bexdayê da ku ji bo rewşa Aborî nîqaş bikin.

Li başûrê Kurdistanê kirîza aborî û siyasî kurtir dibe.

Gel ji bo mafên xwe li qadanin. Hêzên Ewlehiyê yên başûrê Kurdistanê bi tundî bersiv dan daxwazên gel. Di encam de jimareke mirovên sivîl hatin kuştin bi dehan jî birîndar bûn.

Ji bo dawî anîna aloziyê Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayek lezgîn, ji bo lihevkirina bi Iraqê re, şandek bi-bandor bişîne Bexdayê.

Lahor Şêx Cengî da zanîn ku ji bilî lihevkirinê ti rêyek din li ber hikûmeta Başûr û Iraqê nîne.

Piştî vê bangê ji bo nirxandina aloziya siyasî û aborî li bajarê Hewlêrê, PDK, YNK û Goran civiyan.

Hikûmeta Başûr wê şandeyekê bişîne Bexdayê

Civîna sê alî ya di navbera Serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî û Rêveberê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî de pêk hat, bi dawî bû.

Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî hate dayîn, li gorî daxuyaniyê biryar hatiye dayîn ku di demek nêz de şandeyek siyasî bişînin Bexdayê, li gel aliyên siyasî yên Iraq bicivin da ku pirsgirka aboriyê çareser bikin.

Yek ji biryarên din ku di civînê de hate dayîn ku zexta li ser ragihandinê were rakirin.

Tevî van hewildanan jî Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku rewşa aloz û xwepêşandanên li Başûr bi destê hêzên derve hatine derxistin.

Back to top button