Bi sedan ji şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Selman El-Îsa oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Selman El-Îsa dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên navçeyê Şedadê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana şehîdan a navçeyê li dar xist.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
Piştre nasnameya şehîda hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tîlîliyên dayikan hat veşartin.