Lîbya..Çeteyên dewleta Tirk Bajarê Terhona topobaran kir

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bajarê Terhona ya lîbyayê bi moşekên Grad topbaran kir.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku çeteyên hikumeta Wîfaqê û yên dewleta Tirk bajarê Terhona ya lîbyayê bi moşekên Grad topbaran kir.

Yek ji moşekan li dibistanekê ket, lê ti zerarên mirovî çê nebû.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk êrîşî herêma El-Esabiayê kirin, lê ji aliyê hêzên artêşa Nştimanî û pergalên asîmanî yê artêşê êrîş têk çû.

Ji aliyekî din ve fermandarekî artêşa Niştimanî Xalid El-Mehcûb anî ziman ku pergala asîmanî ya artêşê çeteyên dewleta Tirk ên li derdora bajarê Giriyan kirin hedef.

Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û zêdeyî 20 erebeyên leşkerî hatin teqandin.

Back to top button
Close
Close