Bi Wêne..QSD’ê li bajarê Reqayê şaneyek veşartî ya DAIŞ’ê girt

Hêzên QSD’ê piştî oparasyonên xwe yên li rojhilatê Dêra Zorê, vê carê li Kesrata ya Dêra Zorê jî derbek xurt li çeteyên DAIŞ’ê dan. Çeteyên ku dixwestin cejna remezanê bi komkujiyê derbas bikin, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatin girtin. QSD û hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo cejin di nava aramiyê de derbas bibe, di nava alarmê de ne.

QSD, dide ser pişta şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Rojhilatê Sûriyê.

Yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê, şaneyek veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê ku amedekariya teqînekê berî cejna Remezanê li bajarê Kesrata ya Dêra Zorê dikir, girt.

Ev şaneya DAIŞ’ê, fermanên êrîşan ji bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî distandin, erka wê jî amadekirina bombeyên teqînê bû.

Şaneya hatî girtin, ji 3 çeteyan pêk tê.

Çete Ebdul Baqî Uqla Casim, bi navê Ebû Emîr tê naskirin.

Erka wî, çêkirina bombe, mayînên teqandinê û bombebarkirina erebeyan.

Çete Mihemed Hemed El-Selama bi navê Ebû Ibrahîm El-Xilafa tê naskirin, ji Dêra Zorê ye.

Erka wî, kirîna erbeyan û mayîkirina wan.

Ebû Ibrahîm piştevaniya darayî û fermanên xwe yekser ji çete Ziyad ê ku niha li Serê Kaniyê ye, distand.

Çete Ibrahîm Hilwa El-Ibarhîm jî bi navê Basim Ebû Xelîl tê naskirin, tevî bombe, mayîn û erebeyeke bombebarkirî hat girtin.

Berî girtina van çeteyan, 15 bombeyên teqandinê amade kiribûn û plan dikirin berî cejna Remezanî erebeyekê li bajarê Reqayê biteqînin.

11 û 17’ê Gulanê, QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li rojhilatê Dêra Zorê, operasyonên taybet pêk anîn.

Di encamê de, 7 çete hatin kuştin û 7 jî hatin girtin.

Bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê, her çi qasî bandorek neyînî li têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê kiribe jî, lê di demên dawî de QSD’ê bi hevkariya koalîsyona navdewletî, pêngaveke berfireh li rojhilatê Sûrî da destpêkirin.

Pêngava heyî di encama wergirtina raporan de, ku wan hebûna şaneyên veşartî li gundewarê Reqa û Dêra Zorê destnîşan kirine, hatiye.

Back to top button