Komîteya Kooperatîfan a kantona Tebqayê kargeha çêkirina ‘hesîra naylon’, piştî salek ji sekinandina wê, careke din aktîf kir.
Berhemdana wê ya rojane ji 300 heta 350 metre ye.
12 karker jin û mêr li kargehê dixebitin.
Endamê rêveber ê kargehê Dijwar Xilo derbarê mijarê de axivî û got:
“Bi armanca peydakirina derfetên kar û pêşxistina rewşa aborî ya li herêmê kargeh hat aktîfkirin û ji nû ve dest bi xebatê kir.”
Kargeh rojane ji 300 heya 350 metre dirêjbûn û kêmberiya 2 heta 4 metreyan hesîra naylonê derdixe.
Hesîr bi gelek şêwe û rengan tên çêkirin.
Derbarê mekanîzmaya xebatê de, kargeh xwe dispêre amadekirina hebên naylona xam bi rêya alavên taybet ên helandina wê, piştre dike tayên dirêj û bi wê re ji bo çêkirina hesîrê amade dibe.”
Li gorî Dijwar Xilo kalîteya hesîra ku kargeh çêdike ya yekê ye û li sûkên herêm tên firotin.