Li Silêmaniyê Abdulkadir toprak yê ji Bakurê Kurdistanê hat kuştin

Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê welatiyekî din yê ji Bakurê Kurdistanê bi êrişeke terorî kuşt.
Welatiyê bûyî armanca êrişa terorî Abdulkadîr Sabrî Toprak e.

Dewleta Tirk a dagirker di saetên borî de li Silêmaniyê li dijî welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk anî.

Di êrişê de Abdulkadîr Sabrî Toprak şehîd bû.

Hate hînbûn ku cenazeye wî rakirine Tiba Edlî ya Silemaniyê.

Abdulkadîr Sabrî Toprak bi salan ji ber sedemên siyasî li Başûrê Kurdistanê mafê penaberiyê xwestibû û demeke dirêj li nexweşxaneyeke taybet dixebitî.

Toprak ê bûyî armanca êrişa terorî xelkê bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ye û bavê 3 zarokên e.

Back to top button